PeyamaKurd- Li Fransayê ji ber metirsiya belavbûna pandemiya koronayê (Covid-19) Paris Saint-Germain (PSG) ku di lîgê de lîder bû, wekî şampiyonê sala 2019-2020an hat ragihandin.
Lîga Futbolê ya Profesyonel (LFP) bi daxuyaniyeke ragihand ku, li gorî biryara Serokwezîrê Fransayê Edouard Philippe, di çarçoveya tevdîrên li dijî belavbûna koronayê, lîga futbolê ya Fransayê bi dawî hatiye û PSG wekî şampiyonê salê hatiye ragihandin.
Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku PSGya ku di lîgê de lîder bû wekî şampiyonê salê hatiye ragihandin her wiha tîma Lorient ku nia di Lîga Duyem (Ligue 2) de yekem e, wekî şampiyonê Lîga Duyem hatiye îlankirin.
Tê çaverêkirin ku serdema nû ya bê di 22-23ê Tebaxê de destpê bike lê biryara dawî dê li gorî tevdîrên hikûmetê were dayîn.
Serokwezîrê Fransayê Philippe diyar kiribû ku ji ber pandemiyê ne pêkane ku yariyên futbolê dewam bikin.
UEFAyê daxwaz kiribû ku heya Tebaxê dawî li ligan were lê ji ber egerên derbasdar federasyonên welatan dikarin dawî li vê serdema futbolê bînin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin