PeyamaKurd – Îro, 16ê Kanûnê, 2025an, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi boneya wergirtina "Xelata herî baş a alîgirên FIFA"yê peyameke pîrozbahiyê arasteyî alîgirên tîma Zaxo Sporê kir.
Mesrûr Barzanî li ser hesabê xwe yê Xê kêfxweşiya xwe anî ziman û got:
Pîrozbahiyeke germ li alîgirên dilsoz ên Zaxoyê dikim. Ev serkeftineke mezin e bo werziş û alîgirên wê li seranserê Kurdistan û Iraqê."
Mesrûr Barzanî di peyama xwe de herwiha spasiya wan hemû kesan kir ku deng dane û bûne sedema vê serkeftina navdewletî.