PeyamaKurd - Merasîma FIFAyê ya Baştirînên Salê pêk hat û yarîzanên ku di dema îsal de, di warên xwe de weke yên herî baş hatine destnîşankirin xelatên xwe wergirtin. Lîonel Messî bû baştirîn yarîzanê sala 2019an.
Merasîma The Best (Baştirînên Salê) birêve çû. Yarîzanê Arjantînî yê tîma Barcelonayê Lîonel Messî, weke baştirîn yarîzanê salê hat hilbijartin. Messî bo cara 6mîn xelata Baştirîn Yarîzanê Salê wergirt û bi wî awayî Cristiano Ronaldo, li pey xwe hişt.
Barcelona's Lionel Messi won the best men's player at the Best Fifa Football Awards
— BBC Sport (@BBCSport) September 23, 2019
More ? https://t.co/EWFyxSehuC #bbcfootball #FIFAFootballAwards #TheBest pic.twitter.com/1Qyr4RIaUE
Messî, ji bilî îsal, salên 2009, 2010, 2011, 2012 û 2015an jî weke Baştirîn Yarîzanê Salê hatibû destnîşankirin.
Messî sala borî di 50 yarîyan de 51 gol avêtin û 22 asîst kirin û herwiha ew yarîzanê Barcelonayê di xula yekem a Spanyayê û herwiha xula şampîyonan de jî li gel tîma xwe gihiştibû serkeftinan. Ji bilî Messî, gelek yarîzan di warên cuda de hêjayî ‘Baştirîn Yarîzanê Salê’ hatin dîtin.
BAŞTIRÎN YARÎZANA SALÊ YA JIN
Yarîzanên ku hêjayî xelatan hatine dîtin ev in; Baştirîn yarîzana salê ya jin; Megan Rapinoeyê ji tîma netewî ya Amerîkayê, xelata gola salê (Puskas); Daniel Zsorî ji tîma Debrecenê, baştirîn rahênerê mêr ê salê; Jurgen Klopp ji tîma Lîverpoolê, baştirîn rahênera jin a salê; Jill Ellis ji tîma netewî ya Amerîkayê, xelata aligirê salê; Silvia Grecco ji Palmeirasê, baştirîn golparêza jin a salê; Sarî van Veenendaal ji Atletîco Madrîdê, baştirîn golparêzê mêr ê salê; Alîsson Becker ji Lîverpoolê, xelata Fair Play a salê; Marcelo Bielsa ji Leeds Unitedê.
JUREGN KLOOP BÛ RAHÊNERÊ SALÊ
Baştirîn 11a salê jî wiha hat diyarkirin; Alîsson, Sergîo Ramos, De Lîgt, Van Dijk, Marcelo, Modrîc, Hazard, De Jong, Messî,Crîstîano Ronaldo, Mbappe.
Rahênerê Lîverpoolê Juregn Kloop ku xelata Baştirîn Rahênerê Salê wergirt, par di xula şampîyonan de tîma Lîverpoolê gihandibû kûpayê.
? - According to MARCA, this will be the ‘Best FIFA World XI’.
— AFC Ajax ? (@TheEuropeanLad) September 23, 2019
If this is true, then I’m actually lost for words. Corruption at it’s peak. pic.twitter.com/Dg4qo3NyLW
World Cup: ✅
— espnW (@espnW) September 23, 2019
World Cup Golden Ball: ✅
World Cup Golden Boot: ✅
Now add The Best FIFA Women's Player to the list. Have a 2019, @mPinoe! ? pic.twitter.com/b0LdlIqfoS