Nêçîrvan Barzanî: Xelata Zaxoyê sanaziyeke mezin e bo Kurdistan û Iraqê

Dîroka Weşanê :
Nêçîrvan Barzanî: Xelata Zaxoyê sanaziyeke mezin e bo Kurdistan û Iraqê

PeyamaKurd – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, bi boneya wergirtina xelata "Herî Baş an Alîgirên Cîhanê" ya FIFAyê, peyameke pîrozbahiyê arasteyî rêveberî û alîgirên Klûba Werzişî ya Zaxoyê kir.

Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de tekez kir ku ev destkeftî ne bi tenê ya Zaxoyê ye, belkî serkeftina peyama aştî û jiyandostiya gelê Kurdistanê ye.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de wiha got:

Ji bo serok, endamên rêveberiyê û alîgirên Klûba Werzişî ya Zaxoyê,

Bi boneya hilbijartina alîgirên dilsoz ên Klûba Zaxoyê wekî baştirîn û bibandortirîn koma alîgiran li cîhanê ji aliyê FIFAyê ve, ez bi dil û can pîrozbahiyê li we dikim.

Ev nasnavê cîhanî, ne bi yenê destkeftiyek e ji bo Klûba Zaxoyê, belkî cihê şanaziyê ye ji bo tevahiya civaka werzişî ya Herêma Kurdistan û Iraqê.

We bi coş û şêwaza xwe ya şaristanî ya handanê, stadyum veguherand tabloyeke hunerî ya bedew; we peyama aştî, hezkirin û jiyandostiya gelê Kurdistanê gihande cîhanê.

Dilsozî û fedakariya xelkê xoşewîst ê Zaxoyê bo tîma xwe mînakeke bilind e.

Hêvîdar im her dem pêşeng bimînin û ji bo pêşxistina werzişê û bilindkirina navê Kurdistanê piştevaniyeke bihêz bin.

Careke din pîrozbahiyê li we dikim û hêviya serkeftinê ji we re dixwazim."