PeyamaKurd – Serokatiya Parlamentoya Herêma Kurdistanê bi daxuyaniyekî pîrozbahî li rojnamegerên Kurdistanê kir û ragihand: Divê saziyên hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo rojnamegeran zêdetîr şefaf û vekirî bîn.
"Daxwaza me ew e ku ji bo şefafiyê sazî zêdetir agahiyên bi rojnamegeran re par ve bikin.”
Serokatiya Parlamentoya Kurdistanê, bi helkefta 121mîn salvegera rojnamegeriya kurdî, bi daxuyaniyekî pîrozbayî li rojnamegerên Kurdistanê kir û ragehand: "Herêma Kurdistanê bi rêya yasaya karê rojnamegerîyê dikarîbû pêngavên giring bo firehbûna asta azadî û karê çapemeniyê bavêje.’"
‘JI BO ŞEFAFBÛNÊ DIVÊ ZÊDETIR AGAHÎ BI ROJNAMEGERAN RE BÊN PARVEKIRIN’
Herweha di daxuyaniya Hikûmeta Kurdistanê de dihê gotin: ‘’Azadiya rojnamegerî û çapemeniyê, sîmayê diyar ê ezmûnê Kurdistanê ne û daxwaza me ew e ku ji bo şefafiyê sazî zêdetir agahiyên bi rojnamegeran re par ve bikin.”
’DIVÊ ROJNAMEGER RÊZ LI AZADIYA ŞEXSÎ Û SÎNORÊN KARKIRINA ÇAPEMENIYÊ BIGIRIN’
Herweha serokatiya parlamentoya Kurdistanê ev da rojnamegern kir û got:
‘’Divê rojnameger jî rêz li azadiya şexsî û sînorên karkirina çapemeniyê bigirin û êrîş û berevajîkirinên ne di cîh de li dijî ti kes û aliyekî nekin û rêz li nirxên pîroz ên gelê Kurdistanê bigrin.’’
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin