Piştî şampiyoniya PSGê Parîs bû qada şer: 283 binçavkirin

Piştî şampiyoniya PSGê Parîs bû qada şer: 283 binçavkirin

Tîma Paris Saint-Germain (PSG) li paytexta Macaristan Budapestê, di fînala Lîga Şampiyonan (Champions League) de bi tîma Îngilîzî Arsenalê re derket pêşberî hev.

Piştî maçeke pir kelecanî û dijwar bi penaltiyan PSGê Arsenal têk bir û ji bo cara duyemîn li pey hev bibe Şampiyonê Lîga Şampiyonan a Ewropayê.

Piştî vê serkeftinê, nêzîkî 20 hezar alîgir herikîn ser xeta navdar a Champs-Élysées li Parîsê û bi hezaran alîgirên din jî li derdora Stadyûma Parc des Princes civiyan daku vê serkeftina dîrokî pîroz bikin.

Di pîrozbahiyan de konsera Aya Nakamura û Damso jî qerebalixiya bajêr gihand lûtkeyê.

Lê belê, ev pîrozbahî bi pevçûnên dijwar ên li gel hêzên ewlehiyê re rû bi rû man.

Wezîrê Navxweyî yê Fransayê Laurent Nunez ragihand ku li seranserî welat 22 hezar polîs (8 hezar tenê li Parîsê) hatibûn erkdarkirin. Tevî vê yekê, komên alîgiran fîşekên hewayî û kevir avêtin polîsan û xeta trafîkê ya kembera Parîsê (peripherique) girtin.

Di encama van aloziyan de, herî kêm 7 efserên polîs birîndar bûn, şeş wesayît û du kargeh zirar dîtin.

Wezareta Navxweyî eşkere kir ku li seranserî welat 416 kes hatine desteserkirin, ku ji van 283 kes bi tenê li Parîsê hatine binçavkirin.

Ev tundûtûjî bû sedema berteka tund a lîdera rastgira tundrew Marine Le Pen ku got, "tenê li Fransayê serkeftina lîstikekê dibe sedema serhildanê."

Tê çaverêkirin ku îro piştî nîvro lîstikvanên PSGê li ber Birca Eiffelê tevlî merasîmeke mezin a bi beşdariya 100 hezar kesî bibin û piştre ji aliyê Serokomar Emmanuel Macron ve li Koşka Élysée bên pêşwazîkirin.