Reqîbên çaryek fînalê diyar bûn: Fransa û Fas

Reqîbên çaryek fînalê diyar bûn: Fransa û Fas

PeyamaKurd - Di çarçoveya lîstikên Kupaya Cîhanê ya FIFAyê ya 2026an de, tîma neteweyî ya Fransayê li Stadyuma Philadelphiayê rûbirûyî tîma Paraguayê bû û karibû bi encama 1-0 serkeftineke girîng bi dest bixe.

Nîveka yekem a vê maçê bê gol bi dawî bû, lê di xuleka 65an de Desire Doue di nav qada cezayê de bi midaxeleya parastovanê Paraguayê Diego Gomez ket erdê. Hakem Ilgiz Tantashev pêşî ferman da ku lîstik berdewam bike, lê piştî hişyariya sîstema çavdêriya vîdyoyê (VAR) û temaşekirina pozîsyonê, nîşana penaltiyê da.

Di xuleka 70yî de stêrkê navdar Kylian Mbappe ji xala penaltiyê gola serkeftinê tomar kir û bi vê yekê hejmara golên xwe yên di vê tûrnûvayê de derxist 7an û di dîroka qehremaniyê de jî gihîşt 19 golan.

Bi vê encamê Fransayê bilêta derbasbûna qonaxa çaryek fînalê wergirt û bû reqîba tîma neteweyî ya Fasê.

Fasê jî beriya vê maçê bi performanseke bihêz û bi encama zelal a 3-0 zora tîma Kanadayê biribû û navê xwe nivîsandibû nav heşt tîmên herî serkeftî yên cîhanê.

Her du tîmên serketî niha amadekariyên xwe yên dawî dikin daku di qonaxa bê de rûbirûyî hev bibin.