PeyamaKurd – Qeyûmê Diyarbekirê otobûsa ku ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê ve bo Amedsporê hatibû terxankirin, ji wan stand.
Hat ragihandin ku bi fermana Parêzgarê Diyarbekirê Hasan Basrî Guzelsoy ku weke qeyûm bo Şaredariya Bajarê Mezin hatiye tayîn kirin, otobusa bi pîleqeya 21 TC 361 ku ji bo lîstikvanên fûtbolê yên jin û binesaziya Amedsporê hatibû terxankirin, ji wan hat standin.
Amedsporê bertek nîşanî dest danîna ser otobusê da û ragihand ku destdanîna ser otobusê ne li gorî berpirsyartiya şaredariyan a piştgiriya werzîşê ye.
Piştî ku otobûsa wan ji wan hat standin, lîstikvanên Amedsporê bi peyatî çûn cihê xwe yê rahênanê. Lîstikvanên binesaziya Amedsporê di vîdyoyê de dixwazin ku otobûsan wan li wan bê vegerandin daku peya nemînin.
Hat zanîn ku dema qeyûmê berê Cûmalî Atîlla jî heman otobus ji Amedsporê hatibû standin û şaredariya HDPê jî dîsa li wan vegerandibû.