PeyamaKurd - Endamê Konseya Rêveber a PKKê Murat Karayilan derbarê girêvên birçîbûnê de daxuyaiyek da û diyar kir ku bertek dihên nîşandan lê di warê rêxistinbûyînê de kêmasî hene..
Endamê Konsey Rêveber a Partiya Karkerên Kurdisanê Murat Karayilan derbarê girêvên birçîbûnê yên HDPyiyan da daxuyaniyek da.
Karayilan, “Bi pêşengiya Leyla Guven ev pêngav mezin bû. Aliyê civakî û leşkerî yên vê pêngavê lawaz e. Pêwistiya vê pêngavê bi rê û rêbazên nû heye. Divê berfireh bibe û encamek were bidestxistin. Dayikên kesên di girêva birçîbûnê de, çalakiyan li dar dixin lê ev ne bes e. Wisa diyar e ku di warê rêxistinê de kêmasî hene.”
‘BERTEK TÊN NÎŞANDAN LÊ KÊMASÎ HENE’
Murat Karayilan amaje kir ku li dijî girêvên birçîbûnê bertek dihên nîşan da, çalakî dihên lidar xistin lê di warê rêxistinbûyînê de kêmasî hene.
Karayilan derbarê çalakvanên ku li zindanan dawî li jiyana xwe tînin jî got, “ji bo ku peyama pêwist were dayîn xwezayî ye ku ev çalakî bihên lidarxistin.”
‘DIVÊ EV RÊBAZ NEBE RÊBAZEKE MAYÎNDE’
Karayilan wiha dewam kir: “7 hevalên me li zindanan çalakiyên fedaî pêk anîn. Partiya me PKKê û PJAKê daxuyanî dan û diyar kir ku divê ev çalakî bidomin. Hevalên Zulkuf Gezen, Ayten Behçet çalakieyeke fedaî kirin. Ji bo peyama pêwsit were dayîn xwezayî ye ku ev çalakî bihên kirin. Lê ne rast e ku wiha berdewam bike û nabe ev rêbaz bibe rêbazeke mayînde.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin