PeyamaKurd – Serokê Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) Tedros Adhanom Ghebreyesus ket karantînayê.
Li gor Ghebreyesus diyar kir, hatiye tespîtkirin ku wî bi yekî bi vîrusa Korona ketiye re danûstandin kiriye.
Wî da zanîn, rewşa wî baş e û li ser wî ti nîşana vîrusa Korona tune lê ew ê li gor protokolên WHO di karantîna keve û ji malê bixebite.
Meha borî, Ghebreyesus di konferansekê de gotibû li ser wî hîpertansîyon heye û ew jî bo pêketîna vîrusa Korona rîskeke mezin e.
Ew herî dawî roja Înê di preskonferansa li Ceevrê de axifîbû.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin