Serlêdanên penaxwaziya bo Ewropayê rekor sikand: Suriyeyî û Ukraynî serî dikisînin!

Serlêdanên penaxwaziya bo Ewropayê rekor sikand: Suriyeyî û Ukraynî serî dikisînin!

PeyamaKurd – Saziya Penaxwaziyê ya Yekîtiya Ewropa (EUAA) raihand ku di 6 salên dawî de, serlêdanên penaxwaziyê gihîştiye asta rekorê.

EUAAyê daye xuyakirin ku di serî de ji Sûriyê serlêdanên penaxwaziyê yên koçberan herî zêde ji welatên Tirkiye, Afganistan, Venezuela û Kolombiyayê hatine tomarkirin.

Herwiha EUAAyê daye zanîn ku welatên herî zêde serlêdana penaxwaziyê hatiye kirin jî Almanya, Fransa, Îspanya, Avusturya û Îtalya ne.

Hate diyarkirin ku ji sedî 39ê serlêdanan bi erênî encam dane ku ev ji sala 2017an ve rêjeya herî bilind e. Hatiye gotin ku herî zêde jî daxwazên penaxwaziyê yên Sûriyeyî û Ukrayniyan hatine qebûlkirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin