Komîsyona Karûbarên girtîyên Sûriyê: “Fisarê li rejîma Esed bikin”

Komîsyona Karûbarên girtîyên Sûriyê: “Fisarê li rejîma Esed bikin”

PeyamaKurd – Li ser şerê navxweyî yê Suriyeyê ku kuştin û îşkenceya li girtîgehên rejîma Sûriyê tê kirin, Komîsyona niştîmanî ya Karûbarên girtî û bêserûşûnên Suriyê daxûyaniyek da.

Di daxûyaniyê de hat ragihandin, ku bidawîhatina jenosîda li Suriyê û parastina mafê mirovan berpirsyariyeka hevbeş e û bang li civaka navnetewî hat kirin, bi lezgînî fişarê li rejîma Esed bikin, da ku van tawanên hovane yên li dijî girtîyan dike rawestîn e.

Herwiha tê îfade kirin ku, belge û lêkolînên rêxistinên serbixwe, qebarê û tawanên rejîmê yên li dijî girtiyan diyar dikin.Rejîma Esed bi radestnekirina termên girtiyan bo kesûkarên wan, û herwiha veşartina gorên wan bi xwe, xwe tawanbar dike. Em ji vê derê bang li civaka navnetewî dikin ku, fişarê li rejîmê bikin, da ku ev kiryarên hovane bêne sekinandin.

Bi hezaran kes dibin êşkenceyê de li girtîgehên rejîma Suriyê de hatîne kuştin û ji bo rê li ber van kuştinan bê girtin divê hemû welat bizavan bikin.

Komîsyona Niştîmanî ya Karûbarên girtî û bêserûşûnên Suriyê ragihand, rêxistina mafê mirovan ya Suriyê heta niha belgeyên kuştina 13 hezar kesan, di bin êşkenceyê de tomar kiriye. Diyar kir ku, li gor daneyên fermî 118 hezar di girtîgehan de ne, lê li gor texmînên wan 215 hezar kes niha di girtîgehan de dimînin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin