PeyamaKurd - Sererkanê Îsraîlê Gadî Eîsenkot ragihand ku welatê wî êrişên li Sûriyeyê dîsa dan destpêkirin.
Eîsenkot di daxuyaniya da rojnameya "The Jerusalem Post"ê de destnîşan kir ku piştî ku meha borî li Sûriyeyê teyareyeke şer a Îsraîlê hat daxistin, careke din hedefên Sûriyeyê dikin armanc.
Herwiha Eîsenkot destnîşan kir ku Îran cesaret nake nêzî sînorê Îsraîlê yê Girên Golanê bibe, hêza fuzeyê ya Hizbullahê jî tune ku êrişî hin hedefên li Îsraîlê bike.
Artêşa Îsraîlê diyar kiribû ku meha borî teyareyên şer ên Îsraîlê êr,şî "hedefên Îranê" kirin û F-16ek bi guleya balafirşikênê hat daxistin.
- Destûra bikaranîna fîşengên rastî
Eîsenkot wek din soz da ku hetanî dawiya salê dê dîwarê li dora Xeta Xezzeyê temam bikin, heke welatiyên Filistînê di çalakiya li herêma sînor de êrişî binesaziya Îsraîlê bikin ewê destûra bikaranîna gulleyên rastî bidin artêşê.
Eîsenkot got ku ew ê barîyeran qehîm bikin, ji bo nehêlin derbasî aliyê Îsraîlê bibin jî eskeran li herêmê bi cî bikin û wiha axivî: "Destûr hat dayîn heke kesek hewl bide ku êrişî binesaziya hêzên ewlekariyê bike fîşengên rastî werin bikaranîn."
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin