PeyamaKurd – Li Iraqê ji bo avakirina hukumeta nû xebat dewam dikin. Li ser peymana ku wê 4 wezaretan bidin Kurdan, endamê polîtburoya PDK (Partiya Demokrata Kurdistanê) Arif Tayfur, ragihand ku di hukumeta Muhammed Şiya Sudani de, wê 4 wezaret bidin Kurdan. Tayfur her weha ragihand ku wê di rojên pêşiya me de, serokwezîrê erkdar Muhammed Şiya Sudani wê seredana Hewlêrê bike.
Arif Tayfur got ku wê Sûdanî li Hewlêrê bi serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî re hevdîtin bike û di mijara bernama kabîna nû û wezaretên ku bidin Kurdan de agahiyan bide.
Endamê polîtburoya PDK ê Tayfur got ku li ser 4 wezaretan li hev kirine da bidin Kurdan. Wê wezareta karên derve û 2 wezaretên din bidin PDK ê û wezareta dadê bidin YNK ê.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin