PeyamaKurd - Alîkarê Hevserokên Giştî yê DEM Partiyê û Berpirsê Xebatên Propagandayê Tayîp Temel, ragihand ku Abdullah Ocalan di peyama xwe ya dawî de hişyariyeke tund daye rejîma Îranê.
Temel ve li ser hesabê xwe yê Xê bal kişand ser êrîşên Îranê yên li Herêma Kurdistanê û cezayên bidarvekirinê û got:
"Serok Ocalan di peyama xwe ya dawî de wiha hişyarî dabû; heke Rejîma Îranê êrişên li Herêma Kurdistanê nerawestîne û siyaseta îdamê ango bidarvekirinê bi dawî neke, mafê Kurdan heye ku bi tevahî dijwar bersivê bidin rejîma Molla ya paşverû…."