Rûsya rêjeya alavên Ûkraynayê yên ku roxandiye ragihand

Rûsya rêjeya alavên Ûkraynayê yên ku roxandiye ragihand

PeyamaKurd – Wezareta bergiriyê ya Rûsyayê rêjeya alavên ku ji roja destpêka şerê bi Ûkryanyayê re heya îro ji nav biriye ragihand. Li gor berdevkê wezareta bergiriyê ya Rûsyayê İgor Konaşenkov; Rûsya heya îro 146 balafir, 112 helîkopter, 2.739 tank û alavên zirxî yên Ûkraynayê roxandine an ji nav biriye.

Konaşenkov, di daxwuyaniya xwe behsa tevgerên artêşa Rûsyayê yên li Ûkraynayê kir û got ku êrîşên wan yên ser Ûkraynayê dewam dikin, sîlihên ku hesasiyeta wan zêde ne bikartînin û weha got:
“Di nav rojê de bi fuzeyên ji hewa de tên avêtin yên hesasiyeta wan bilind, me li Nikolayevka, Bolçeyarovka û Lisiçanskê li sê îstasyonên radarê yên ku sîstema parastina hewayî yên S-300 an dikin xist û îmha kir. Me her weha sîstema fuzeyan ya Toçka-U, sîstema fuzeyan ya OSA-AKM û 3 Grad ên pirlûle ku roketan pê davêjin îmha kir.

Li Konaşenkov, Krasniy Liman, Kramatorsk û Kamışyevaha 4 radarên ku tesbîta hedefên hewayî dikin, 6 muhîmmat, cepilxaneyên top û fuzeyan û radarekî malê Amerîkayê ku li dijî bataryayan bikartînin, ji ortê rakir. Artêşa me li 39 leşkerên Ûkraynayê xistine,11 navendên topavêjan û 2 depoyên mazotê ji holê rakirine.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin