PeyamaKurd – Hêzên girêdayî hikûmeta Afganistanê, li dijî çekdarên Tevgera Talîbanê operasyonek encam da ku hat ragihandin 6 çekdarên Talibanê hatine kuştin û 4 jî birîndar bûne.
Berdevkê polîsê herêma Bagilan a li bakurê Afganistanê ragihand ku hêzên artêşa Afganî roja Çarşemê li dijî çekdarên Talîbanê operasyoneke paqijkirinê pêk anîn ku di encamê de, 6 çekdar hatin kuştin û 4 jî hatin birîndarkirin.
Hat eşkerekirin ku ji kuştiyên Talîbanê du kes di pileya fermandar de bûn.
Hê derbarê bûyerê de ji aliyê Talîbanê daxuyaniyek nehatiye dayîn.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin