PeyamaKurd - Îsraîlê ragihand ku hêzên artêşa Îsraîlê li Xezzeyê tabûreke Hemasê îmha kiriye.
Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Yoav Gallant bi daxuyaniyekê ragihand ku li Xan Yûnisa başûrê Xezzeyê tabûreke tevgera Hemasê ji aliyê hêzên Îsraîlê ve hatine îmhakirin.
Li gorî Gallant artêşa Îsraîlê, di şerê li Xezzeyê de deh hezar endamên rêxistina Hemasê kuştine û bi heman hejmarê Hemasiyan ji birîndar kirine.
Wezarê Îsraîlê got: "Hêzên me erkê xwe yê li Xan Yûnisê bi serkeftî bi cih tînin û em ê xwe bigihînin Refahê û navendên terorê yên ku ji bo me gef in tune bikin."
Refah li ser sînorê Misir û Xezzeyê ye û bi sedhezaran koçberên ji şer reviyane dihewîne.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin