PeyamaKurd - Serokê Ûkraynayê Volodimir Zelenski angaşt ku Ûkraynayê nehiş artêşa Rûsyayê ber bi Ewropayê ve biçe.
Serokê Ûkraynayê Volodimir Zelenski di nirxandina xwe ya şerê di navbera Rûsya û Ûkraynayê de diyar kir ku artêşa Rûsyayê êrîşên xwe yên hewayî yên li dijî Ûkraynayê didomîne, ji bo zêdekirina ewlehiya qada hewayî ya Ûkraynayê ew xebatên xwe didomînin û got: "Li Ûkraynayê wê zêdetir parastina hewayî hebe, em li ser vê yekê bi awayekî çalak dixebitin."
Zelenskiy li ser banga rêberê giyanî yê Katolîkan û Serokê Vatîkanê Papa Francis ku ji jê re gotibû "Ala spî bilind bike" got:"Kujer û skencekarên rûs nikarin zêdetir ber bi Ewropayê ve biçin, ji ber ku ew ji aliyê mêr û jinên Ûkraynayî yên bi çek di dest de, di bin ala şîn û zer de têne têkbirin. Li Ûkraynayê demekê gellek dîwarên spî yên mal û dêran hebûn lê êdî ji ber guleyên topên Rûsan şewitî û rûxiyayî ne. Ev yek nîşan dide ku divê kî dikare vî şerî rawestîne."
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin