PeyamaKurd – Hat ragihandin ku heta niha zêdetirî 500 termên mirova li bajaroka Bûça ya herêma Kîevê hatine dîtin ku herî dawî jî ji nav Bodrûmên avahiyan bi dehan term hatine derxistin.
Artêşa Rûsyayê dawuya meha Adarê dema ji Bûçayê vekişayabû li pey xwe dîmenên xedariya ku di şer de hatiye kirin hiştibûn ku li ser gelek kesên kuştî şopên tecawuz, înfaz û îşkenceyê hatibûn dîtin.
Piştî belavbûna wan dîmenan welatên rojava bertekên tund nîşan dabûn û şerê li Bûçayê hatiye kirin, wekî tawana şer a Rûsyayê pênase kiribûn.
Li gorî zanyariyên ji Ukraynayê tevî ku du hefte derbas bûne, hîn jî termên mirovan li nav Bûçayê têne dîtin ku herî dawî termên bi dehan kesan ji nav Bodrûmên avahiyan hatine derxistin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin