PeyamaKurd- Ji aliyê Wezareta Ragihandinê ya Iraqê ve hat ragihandin ku wan li welatê xwe gihîştina Telegramê asteng kiriye û hat diyarkirin ku ev biryar, li ser daxwaza rayedarên dewletê hatiye dayîn.
Di daxuyaniya wezaretê de sedema biryara girtina Telegramê, wekî “pêşîlêgirtina ji derçûna belgeyên taybet ên dewletê û parastina daneyên kesane yên welatiyan” hat diyarkirin.
Her wiha hat zanîn ku milîsên şîe yên ku Îran piştgirîya wan dike û li Iraqê Telegramê bi awayekî çalak bi kar tînin û hat diyarkirin ku ew li hember vê gavê bertekên tund nîşan didin.
Milîsên Şîe yên navborî îdia dikin ku Balyozê Amerîkayê fermana girtina Telegramê daye hikûmeta Iraqê.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin