Wezîrê Dadê yê Tirkiyê biryara nû bo Ocalan ragihand: Qedexe hat rakirin

Wezîrê Dadê yê Tirkiyê biryara nû bo Ocalan ragihand: Qedexe hat rakirin

PeyamaKurd – Wezîrê Dadê yê Tirkiyê Abdulhamît Gul derbarê hevdîtina parêzeran bi Abdullah Ocalan re daxuyanî da.

Gul got, “Qedexeyên li ser hevdîtinê hatin rakirin û derfeta hevdîtinê hat dayîn.”

Wezîrê tirk ji rojnamevanan re li ser rakirina qedexeya hevdîtinan a bi Abdullah Ocalan re û girtiyên ji bo wî ketine grevên birçîbûnê wiha axivî: “

 “Li Stenbolê, Diyarbekirê, Silivriyê û Rihayê çûn serdanê. Dîsa çûn gelek girtîgehan û Îmraliyê jî. Serdana wê derê jî kirin. Lewra, li hemû girtîgehan, ji bo kesê têkildar (Ocalan) bi girtî û mehkûman re hevdîtin hatin kirin. Bi giştî gotin ku di serdanên berê de jî geşedanên baş çêbûne. Em ê rêya xwe li dijî îşkence, mameleya xirab û bi sifir toleransê û bi geşkirina azadiyan û demokrasiyê bidomînin.  Ji ber vê jî em ê rexne û pêşniyarên di vê derbarê de bi baldarî bişopînin. Hevdîtin û serdana Îmraliyê çêbû.”

Tevahiya daxuyaniya Abdullah Ocalan ji Girtîgeha Îmraliyê: Nehêlin mirin çêbin...

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin