PeyamaKurd – Hikûmeta Amerîkayê hewldanên veguhestin û komkirina pereyên krîpto yên 4 rêxistinên terorîstî asteng kir.
Wezareta Dadê ya Amerîkayê ragihandiye ku bi sedan hesabên diravên krîpto, 4 malper û 4 hesabên Facebookê yên rêxistinên baskê leşkerî yê Hemasê, Tugayên El Qesam, El Qaîde û DAIŞê hatine astengkirin û nehiştine bi qasî 2 milyon dolar pereyên berhev kirine bigihin wan.
Wezaretê diyar kiriye ku ew operasyona hatiye kirin, ya herî mezin a hikûmeta Amerîkayê li ser diravên krîpto ye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin