PeyamaKurd – Hat ragihandin ku dema hêzên Asayişa Silêmaniyê hewla desteserkirina tohmetbarekî madeyên hişbir didan, di navbera wan û kesê tohmetbar de pevçûneke çekdarî çêbû û di encamê kesek ji hêzên asayîşê û kesê tohmetbar birîndar bûne.
Asayîşa Silêmaniyê ragihandiye ku bûyer îro 19ê Kanûnê, li taxa Rizgarî ya bajarê Silêmaniyê rû daye û hêzên asayîşê xwestine tohmetbarekî bazirganiya madeyên hişbir li ser biryara dadgehê desteser bikin, lê tohmetbar gule berdana hêzên asayîşê û karmendekî asayîşê û kesê tohmetbar birîndar bûne.
Hat diyarkirin ku rewşa tenduristiya karmendê asayîşê baş e û birîna wî sivik e.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin