Swêd, kesekî bi tometa endamtiya PKKê, dersînor dike

Swêd, kesekî bi tometa endamtiya PKKê, dersînor dike

PeyamaKurd- Li gorî rojnameya ETCê, li Swêdê kesekî bi tometa endamtiya PKKê hatiye binçavkirin û piştî bidawîhatina proseyên fermî, ew kes dê were dersînorkirin.

Li gorî nûçeya hat ragihandin, kesê bi navê Zinar Bozkurt ê 26 salî ku 8 sal berê serlêdana xwespartinê li Swêdê kiribû, serlêdana wî 6 meh berê hatiye redkirin û di derbarê wî de biryara dersînorkirinê hatiye dayîn.

Bi berdewamî tê ragihandin ku li gorî agahiyên Îstîxbarata Swêdê, pêwendiya Bozkurt ligel PKKê hebûye loma ew hatiye binçavkirin. Di nûçeyê de tê eşkerekirin ku ev kes, ji bo ewlehiya Swêdê wekî gef hatiye dîtin.

Hefteyek beriya niha jî ji aliyê rayedarên Swêdê ve biryar hatibû dayîn ku Okan Kale yê bi tometa sextekariyê tê tawanbarkirin û ji aliyê Tirkiyeyê ve bi bultena sor lêgerîna wî tê kirin, radestî Tirkiyeyê bê kirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin