PeyamaKurd – Parêzgeriya bajarê Mêrdînê yê Bakurê Kurdistanê bi daxuyaniyekê ragihand, li 9 herêmên navçeya Nisêbînê ji bo 15 rojan qedexe hatiye ragihandin.
Parêzgeriya Mêrdînê da xuyakirin, li 9 herêmên ku dikevin nava sînorên navçeya Nisêbînê, ji bo 15 rojan qedexeya çûnûhatinê hatiye ragihandin.
Hate diyarkirin ku qedexe îro 27ê Kanûnê dest pê dike û 10ê Çileya 2024an jî bi dawî dibe.
Daxwaz ji welatiyan hate kirin, qedexeyê binpê nekin daku derbarê wan de karê yasayî neyê kirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin