PeyamaKurd – Daxuyaniyên cuda yên rayedarên Amerîkî derbarê vekişîna ji Sûriyê de hîn jî raya giştî ya cîhanê mijul dikin. Nediyariya vekişîna Amerîkayê dibe sedema îdiayên cuda di medyaya cîhanê de.
Rayedarekî Wezareta Berevaniya Amerîkayê (Pentagon) ragihand ku leşkerên Amerîkayê li Sûriyê dimînin û tenê alavên leşkerî yên pêwîstî bi wan nîne ji Sûriyê têne derxistin.
Berdevkê Hevpeymaniya Dijî DAIŞê Fermandarê Amerîkî Sean Ryan jî ji Associated Pres (AP) re da xuyakirin ku vekişîna plankirî dest pê kiriye û ew ji ber ewlekariya operasyona vekişînê tarîx û cihê tevgera leşkerî nadin.
Lê belê li gor nûçeya Ajans France Press (AFP) jî Pentagonê ragihandiye ku leşkerên wan li cihê xwe dimînin, lê alavên nepêwîst têne derxistin ku di vê qonaxê de ew leşkeran venakişînin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin