Mehmud El Mislet: Wê MSD nûnertiyên derve çalak bike

Mehmud El Mislet: Wê MSD nûnertiyên derve çalak bike

PeyamaKurd – Hevserokê nû yê Meclîsa Sûriya Demokratîk (MSD) ku wek baskê siyasî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) jî tê naskirin, Mehmûd El Mislet ragihand ku ew dê nûnertiyên derve yên MSDê çalak bikin û hewldanên yekxistina hemû pêkhateyên Sûriyeyê jî xurttir bikin.

Hevserokê Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) Mehmûd El Mislet ji medya Rojava re daye xuyakirin: "Projeya MSDê projeyeke sûriyeyî ye. Em hewl didin tevahî pêkhateyên Sûriyeyê di nava MSDê de kom bikin, ji bo ku ji projeya bê ya Sûriyeyê re bibe alternatîfeke rastîn."

El Mislet diyar kiriye, gava pêşîn yekxistina eniya hundirîn a partiyan e û ev jî bi rêya nêrîneke siyasî û Hevpeymana Civakî ya nû pêk tê ku bi awayekî berfireh ji tevahî pêkhateyên Sûriyeyê re vekirî ye.

Mehmûd El Mislet bal kişand ser ku dê nivîsgehên derve çalak bikin ji bo ku armanc, nêrîna siyasî û nexşerêya MSDê pêk were, lê cihên vekirina nû eşkere nekir.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin