Pistî mikurhatinên Sedat Peker, dosyeya JÎTEMÊ ya Mehmet Agar ji nû ve hat vekirin

Pistî mikurhatinên Sedat Peker, dosyeya JÎTEMÊ ya Mehmet Agar ji nû ve hat vekirin

PeyamaKurd – Piştî ku serokê mafyaya Tirk Sedat Peker bi çend vîdyoyan derbarê Mehmet Agar de ku di karê mafyagerî û bazirganiya tilyakê de cî digire mikurhatin belav kirin, îro dadgehê dosyeya Wezîrê Navxwe yê berê Mehmet Agar a kuştinkariyên JÎTEMê yên salên 1990an ji nû ve vekir û biryara beraeta wî xera kir.

Peker di vîdiyoya xwe ya heftan a îro Yekşemê hatiye belavkirin de, behsa bûyerên kuştina karsazên Kurd Savaş Buldan, Behcet Canturk û rojnamevanê tirk Ugur Mumcu jî kir ku destê Mehmed Agar di wan de hebûye.

Hat ragihandin ku Dadgeha Herêmî ya Enqerê biryar da doza JÎTEMê ya Mehmet Agar jî di nav de bû û jê beraet kiribû, xera bibe û dosyeya JÎTEMê ji nû ve bê vekirin.

Li gorî wê biryarê wê Agar 18 kesên din ên piştî bûyera qezaya Susurlukê hatibûn darizandin ji nû ve bên dadgehkirin.

Di doza JÎTEMê de Agar jî di nav de 19 berpirs û rayedarên wê demê yên dewleta tirk cî digirin ku salên 90î bi awayê keyfî gelek karsazên Kurd û  siyasetmedar dane kuştin.

 

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin