Serok Barzanî pêswazî li Koçer Bîrkar kir: Heger firsend bo lawên Kurd hebe...

Serok Barzanî pêswazî li Koçer Bîrkar kir: Heger firsend bo lawên Kurd hebe...

PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî îro pêncşemê li nivîsgeha Pîrmamê pêşwazî li profesorê kurd ê xwediyê xelata “Nobela Matematîkê” Koçer Bîrkar kir.

Serok Barzanî pîrozbahî li Prof. Dr. Koçer Bîrkar kir û got, “Koçer Bîrkar cihê şanaziya hemû kurdan e” û hêvî xwest ku kesên mîna Koçer Bîrkar di nav kurdan de zêde bibin.

Barzanî destnîşan kir, “Serkeftina Dr. Koçer Bîrkar nîşan dide ku eger firsend û derfet bo lawên kurd çêbibin, dikarin mîna lawên din yên cîhanê di warên cur bi cur yên zanistanê de serkeftinên mezin bi dest bînin.”

Serok Barzanî piştevaniya xwe bo hewlên wî zanayê kurd di perwerdekirin û pêgihandina xwendekarên Kurdistanê de jî anî ziman û hêviya serkeftin û temendirêjiyê jê re xwest.

Koçer Bîrkar spasiya Serok Barzanî kir û behsa hinek proje û planên xwe kir ku dixwaze li zankoya Selahedîn ya Hewlêrê bixe xizmeta xwendekaran.

Koçer Bîrkar doh bi merasimeke taybet doktoraya fexrî ya zankoya Selahedînê li Hewlêrê wergirtibû.

Bîrkar sala 2018an ji ber xebatên xwe yên di warê matematîkê de xelata “Fields” a “Nobela Matematîkê” wergirtibû.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin