PeyamaKurd – Helal Ehmer a Îranî diyar kiriye, bi tenê li Kerbelayê ji ber qerebalixiyê 9 hemwelatiyên Îranî can dane.
Çapemeniya Îranî daye zanîn, 8 hezar welatiyên din yên Îranî yên ku li Kerbelayê ne nexweş ketine.
Herwiha hin çavkaniyên Farisî weke Iranianuk jî belav kir, hinek welatiyên Îranî jî ku xwestine ji bo beşdarîkirina di merasîma çileya Îmam Husên de biçin Iraqê li ser sînor vegeriyane û ragihandine ku Îran tu xizmetguzariyekê li ser sînoran pêşkêşî hemwelatiyan nake, hemwelatî birçî û tî ne û li ser gilêşan radizin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin