Dadweriya Bilind a Iraqê Desteya Lêpirsîna suîqestan ava kir

Dadweriya Bilind a Iraqê Desteya Lêpirsîna suîqestan ava kir

PeyamaKurd - Encûmena Dadweriya Bilind a Iraqê îro 7ê Tîrmehê ragihand ku desteyeke lêpirsînê ji bo suîqestên di demên dawîn de pêk hatiye, hatiye avakirin.

Encûmena Dadweriya Bilind bi daxuyaniyekê ragihand, îro biryar hate dayîn û desteyeke lêpisînê ya ji bo tawanên kuştinê li peytexta Iraqê Bexdayê û li parêzgehên din bi hevkariya Wezareta Navxwe hat avakirin.

Hat diyarkirin ku desteya lêpirsînê ji 3 dadwer û dozgerekî pêk tê.

Ev biryara Dadweriya Iraqê piştî kuştina pisporê ewlehiyê û lêkolîner Hîşam Haşimî hat dayîn ku şevê din li Bexdayê ji aliyê komeke çekdar ve bi suîqestekê hat kuştin.

Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî jî li ser bûyera terorkirinê soz da ku wê kujerên Haşimî bigirin û radestî edaletê bikin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin