PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî îro 25ê Tîrmehê pêşwazî li Konsulê Giştî yê Almanya li Hewlêrê Clemens Sementer kir ku ji ber bidawîhatina erkên wî û xatirxwastinê çûbû serdana Serok Barzanî.
Piştî hevdîtinê Baregeha Barzanî ragihand ku di civînê de, rewşa siyasî û pêşhatên dawî yên li Iraq û herêmê hatin gotûbêjkirin.
Konsulê Giştî yê Almanya li Hewlêrê spasiya hikûmet û sazî û dezgehên din ên Herêma Kurdistanê kir ku di heyama karê wî de, hevkar û alîkar bûne.
Konsulê Giştî yê Almanya li Hewlêrê herwiha amadehiya welatê xwe ji bo alîkariya Hikûmeta Herêma Kurdistanê di warên cuda û bi taybet di babeta çaksaziyê de nîşan da.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin