PeyamaKurd – Serokwezîrê Yûnanistanê Kiryakos Miçotakis ji bo radyoya SKAI FM ê axifî û têkiliyên navbera Yûnan-Tirkiyê û siyaseta hundir ya welatê xwe rave kir. Piştî ku Tirkiye bi Amerîka re bi Biden re ji bo kirîna F-16 an desteka Biden sitend, Miçotakis ragihandinekî kir û weha got:
“Her kî bifikire û bêje wê heya heyayê ber li firotina sîlihan ji bo Tirkiyê bigre, bi ya min ew ji mêzêna hêzan bi temamî fêm nake. Li ber Tirkiyê dû rê hene. Eger bixwaze ber bi Awrûpa re here, xistina tansiyonê têr nake, her weha divê dev ji gumana hukumraniya welatên Awrûpa û gumana mafên wan berde. Eger rêya dinê bide ber xwe, wê ji Awrûpa dûr bikeve û wê di têkiliyên Tirkiyê-YA de, encamên wê hebin.
Yûnanistan di seha dinyayê de Tirkiyekî îzolekirî naxwaze. Ti bo Tirkiye û Yûnanistan nebin dostên hev yên baş sedemekî tine. Yûnanistan dikare di navbera Tirkiyê û YA de bibe pirekî. Lê ev, ne li ser me, li ser Tirkiyê maye.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin