PeyamaKurd – Rawengeha Mafên Mirov li Sûriyê (SOHR) ragihand ku Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) li Serêkaniyê deverên ku di êrîşên artêşa Tirkiyê de ji dest dabû ji nû ve kontrola wan vegerandiye ser xwe.
Li gorî SOHRê HSDê beşeke mezin ji deverên li Serêkaniyê ji nû ve kontrol kiriye û li Serêkaniyê 17 çekdarên ereb ên girêdayî Tirkiyê hatine kuştin û 4 jî şervanên HSDê can dane.
Wezareta Berevaniya Tirkiyê beriya niha ragihandibû ku wan Serêkaniyê xistiye kontrola xwe, lê çavkaniyên meydanî yên herêmê bi dîmenên belav kirine didin zanîn ku hîn kontrola Serêkaniyê di jêr destê HSDê de û şer û pevçûnên dijwar jî berdewam dikin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin