Nivîs û wêneyên Kurdî yên ku qeyûm rakiribûn, dîsa tên danîn

Nivîs û wêneyên Kurdî yên ku qeyûm rakiribûn, dîsa tên danîn

PeyamaKurd - Şaredariya Cizîrê, afîşên Kurdî yên ku qeyûm li ser otobusên şaredariyê rakiribûn, dîsa pê ve kirin.  

Di 17ê Mijdara 2016’an de bo Şaredariya navçeya Cizîrê ya Şirnexê qeyûm hat wezîfedar kirin. Piştî ku qeyûm hat ser kar, nivîs û wêneyên Kurdî yên li ser otobusên şaredariyê rakiribûn û li şûna wan afîşên Tirkî dalewandibûn  

Şaredariya Cizîrê, afîşên Kurdî yên qeyûm rakiribûn, dîsa pê ve kirin.

Şaredariyê wêneyên Mem û Zîn, Melayê Cizîrî, Celadet Alî Bedirxan û cihên dîrokê yên bajêr Medreseya Sor, Mizgefta Mezin û Birca Belek bi otobusan ve kirin. Şaredariyê di heman demê de nivîsa Kurdî ya “Bajarê Cizîrê dergûşa şaristaniyê ye” li ser afîşên bi otobusan ve kirin nivîsandin.

Şaredariyê di daxuyaniya da de wiha got: “Bi vê guhertina me kir, me xwest dîroka bajêr bidin jiyîn û xwedî li dîroka bajarê xwe derkevin.”

 

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin