Karîkaturîstê Îtalî zaroka Kurd a ku ji ber êrîsa Îranê guhê xwe girtiye xêz kir

Karîkaturîstê Îtalî zaroka Kurd a ku ji ber êrîsa Îranê guhê xwe girtiye xêz kir

PeyamaKurd - Karîkatorîstê Îtalî Gianluca Costantini, wêneyê zarokên Kurd ên ji êrîşa doh 28ê Îlonê ya moşek û dronên Îranê direvin xêz kir û belav kir.

Costantini, dîmena wê zaroka Kurd Hayna Samrend a li Koye ji tirsa bombebarana Îranê guhên xwe girtibûn xêz kir û got: “Bombebarankirina sivîlan karekî pir tirsonek e.”

Wênesazê navdar ê Îtalî Gianluca Costantini ligel wêneyê Hayna Samrend wêneyê ku xêz kiribû li ser Twitterê belav kir û diyar kir: “Ji gelê Kurd re azadî.”

Li gorî amarên dawî di êrîşa Îranê ya ser partiyên Rojhilatê Kurdistanê de, heta niha 15 kesan can daye û 46 jî birîndar hene.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin