Tsûnamî li Endonezyayê xist: 62 kustî

Tsûnamî li Endonezyayê xist: 62 kustî

PeyamaKurdî- Li Endonezyayê li Buhira Sûndayê tsûnamî çêbû û di encamê de 62 kes mirin û di ser 500 î de kes birîndar bûn. Berdevkê Ajansa Rêvebir ya Afatên Netewî (BNPB) Sutopo Purwo Nugroho ragihand ku li Buhira Sûndayê ya di navbera giravên Sûmatrayê û de, di encama çêbûna tsûnamiyê de 62 kes mirine,584 kes birîndar bûne û 2 kes jî wenda ne.

Li her dû aliyên buhirê bi sedan xanî ji tsûnamiyê zerarê dîtine. Hat ragihandin ku dibe bi sedema teqîna çiyayê volkanîk yê li deverê yê bi navê Anak Krakatau bûbe sedema çêbûna tsûnamiyê.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin