PeyamaKurd – Wezîrê karên derve yê Amerîkayê Antony Blinken û serokwezîrê Yûnanistanê Miçotakis li Yûnanistanê li girava Gîrîdê hev dîtin kirin. Di hevdîrinê de wezîrê karên derve yê Yûnanistanê Yorgos Yerapetritis jî amade bû. Blinken piştî seredana xwe ya Tirkiyê çû Yûnanistanê.
Blinken, di çarçova gera xwe ya Tirkiyê, Yûnanistan, Urdin, Qatar û Îmaratan de serdana Girava Gîrîdê kir. Blinken di seredana xwe Gîrîdê de got ku gelek babet hene bi Atînayê re biaxifin. Di nav babetan de têkiliyên Yûnanistan-Amerîkayê, hevkariya bergiriyê ya navbera her dû dewletan, Rojhilata Navîn, Xezza û babetên weka Ûkraynayê hene.
Miçotakis, behsa Xezzayê kir û got ku çareseriya wê derê ew e ku di bin biryara NY de li wê derê du dewlet ava bibin û divê her wext alîkariya mirovî here Xezzayê.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin