Lubnan | Li aliyekî Hizbullah û gefa Îsraîlê, li aliyê din jî protestoyên birçîbûnê didomin

Lubnan | Li aliyekî Hizbullah û gefa Îsraîlê, li aliyê din jî protestoyên birçîbûnê didomin
PeyamaKurd – Rewşa aborî ya Lubnanê her diçe xerabtir dibe û li aliyekî jî Hizbullaha Lubnanê bi hinceta piştevaniya Hemas û Xezzeyê gefa Îsraîlê dide ser Lubnanê.

Di çend rojên dawî de li Beyrûtê bi lidarxistina civîna parlamantoyê re hevdem, xwepêşandanên li pêşiya avahiya hikumetê ji nû ve dest pê kirin.

Leşkerên malnişîn bang li hikumetê kirin ku dest bi reformê bikin mîna ku soz daye yan jî ew ê dest bi pêvajoyeke din bikin.

Ji ber aboriya nebaş hikûmeta Lubnanê ku Hizbullah jî beşek jê ye nikare mûçeyên tam bide karmendan û soz daye leşkerên malnişîn û karmendên sektora giştî heta Hezîranê çareser bike. Malnişîn û karmend mûçeyê bo wan hatiye diyarkirin ji ber di asta birçîbûnê de ye red dikin û dest bi xwepêşandanan kirin.

Xwepêşanderên li ber avahiya hikûmetê bang li hikumetê dikin ku dest bi reformê bikin mîna ku soz daye yan jî ew ê dest bi pêvajoyeke din bikin.
 
Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin