PeyamaKurd – Hat ragihandin ku beşek ji derzîya vîrusa korona ya Pfizer-BioNTechê şeva borî gihîştiye Herêma Kurdistanê.
Berpirsê Parastina Tenduristiya Hewlêrê Dr. Serheng Celal, ragihand ku şeva borî 2 hezar û 340 doz derziya Pfizer-BioNTech gihîştiye Herêma Kurdistanê û wê li kesên bi awayê online daxwaz kirine û welatiyên dora wan a derziyê hatiye bên lêdan.
Li gorî amarên wezareta tenduristiyê heta niha tenê li Hewlêrê bi qasî 25 hezar kes hatine derzîkirin ku derziyên Sinopharm a Çînê û Pfizer-BioNTech a Alman-Amerîkî têne bikaranîn.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin