PeyamaKurd – Wezareta karên derve ya Amerîkayê ragihand ku koordînatorê konseya Ewlehî ya Koşka Sipî McGurk jî di nav de delegasyonekî derket gera Rojhilata Navîn. Delegasyon wê Îmaratan, Misrê û Erebistana Si’ûdî ziyaret bike. Di nav delegasyonê de McGurk, şêwirmendê serokatiyê Derek Chollet û rêvebirên wezareta bergiriyê û karên derve hene.
Di gera Rojhilata Navîn ya di navbera 1-7 ê gulanê de wê delegasyon dê seredana Abû Dabî, Amman, Qahîre û Riyadê bikin. Di nav mijarên wan de têkiliyên duqolî, têkiliyên herêmî û têkiliyên Amerîkayê bi wan re yên ewlehiyê, hevkariyê û li ser halê Yemenê dê biaxifin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin