Partiya DEMê 7 parêzgehên ku wê namzetan destnîsan bikin eskere kirin

Partiya DEMê 7 parêzgehên ku wê namzetan destnîsan bikin eskere kirin

PeyamaKurd – Partiya DEMê da zanîn ku ew ê li Enqere, Antalya, Bolu, Konya, Kocaelî, Qeyserî û Samsûnê namzetan nîşan bidin.

Berdevka DEMê Ayşegul Dogan di civîna çapemeniyê ya li navenda partiya xwe de li ser rojevê nirxandin kirin.

Dogan diyar kir ku wan berê 27 navçe û navçeyên hilbijartinê yên ku wê namzedan diyar bikin eşkere kiribûn û destnîşan kir ku ew ê 7 parêzgehên din ên ku tê de namzedan nîşan bidin eşkere kir. Dogan diyar kir ku DEM Partî wê li Enqere, Antalya, Bolu, Konya, Kocaelî, Qeyserî û Samsûnê namzetan nîşan bide.

Dogan derbarê hevdîtina duh a hevserokên DEMê bi Serokê Giştî yê CHPê Ozgur Ozel re jî daxuyanî da. Dogan di berdewamiya axaftina xwe de diyar kir ku hem Hevserokên Giştî yên DEMê û hem jî Serokê Giştî yê CHPê ragihandine ku di hilbijartinên herêmî de yekitiya hêzan kirine rojeva civînê û axaftina xwe wiha domand.

“Wê komîsyonên pêwendîdar ên her du partiyan xebatan bimeşînin. Hîn tiştek ne diyar e. Her ku xebat bi pêş ve diçin wê gel bi rêkûpêk bê agahdarkirin û em ê wekî hemû pêvajoyan bi awayekî vekirî û zelal bi we re parve bikin."

 
Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin