PeyamaKurd – Li welatê Amerîkayê li eyaleta Californnayê kesekî piştî li balafirgehê diziyê kir, xwest helîkopterê jî bidize. Diz, helîkoptera ku bihayê wê bi 7,5 milyon dolarî bû, dizî lê di wexta bi hewa ket, helîkopterê xist erdê. Piştî xistina helîkopterê diz reviya.
Li ser bûyerê FBI dest bi lêkolînê kir û ajanên FBI yê li her derî li dizê helîkopterê digerin. Yek ji berpirsê FBI yê ajanê taybet Sena Ragan ragihand ku delîlên dane hev, dîmenên kamera ewlehiyê gumanbarekî îşaret dike. Sîxurên FBI yê dixwazin bizanibin bê diz çima xwest helîkopterê bidize. Ragan got:
“Dibe ku ji bo geryanê xwestibe helîkopterê bidize. Eger ji bo sûcekî dinê an xwestibe bi helîkopterê zerarê bide mulkekî, dibe bûyer bi xwe ya terorê be.”
Li ser mijarê şîrketa xwediyê helîkopteran Capitol Helicopters jî mijarê weha ragihand:
“Vê sibê di wextekî zû de çend helîkopoterên me yên ku em wan bikartînin û didin bi kirê, kesekî xesarê dayê û alavekî hewayî jî bi awayeke ciddî xesarê dît.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin