PeyamaKurd- Serokê Komeleya Hevkarî û Alîkariya bi Kurdan re ya li Rûsyayê Yuriy Nabiyev got ku ji bo pêşeroja Sûriyê nêrîneke Kurdan ya hevpar nîn e.
Nabiyev got ku li Sûriyê, hindik maye ku têkoşîne li dijî IŞÎDê bi dawî bibe. Êdî pêvajoyeke siyasî ya nû wê dest pê bike û pêşeroja Sûriyê û gelên ku li vir dijîn wê were axaftin.
Nabiyev li ser rol û rewşa Kurdan jî wiha axivî: “Ji bo ku mirov rol û pêşeroja Kurdan biaxive, divê pêşiyê mirov rewşa Kurdan ya di nava xwe de fêhm bike. Ji bo pêşeroja Sûriyê nêrîneke Kurdan ya hevpar nîn e. Bi piranî Kurd li ser du modelan disekinin. Ya pêşî “Rêvebirina Demokratîk an jî Konfederasyona Demokratîk.” Ya dî jî “Rêvebiriyeke herêmî ya weke Kurdistana Iraqê.” Ev her du model jî ji aliyê komen siyasî yên cuda ve têne parastin û mixabin nêrîneke hevpar pêk naînin.
Nabiyev got ku ji ber vê yekê, di muzakereyên bi Sûriyê re de Kurd wê hinekî zeîf bimînin.
Nabiyev li ser pêwendiyên Amerîka û Kurdan jî wiha got: “Li herêmê ji Kurdan pê ve tu muttefîkên Amerîkayê neman. Ji Kurdan pê ve nikare li tu kesî ewle bibe.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin