PeyamaKurd- Iraq ragihand ku dest bi têlkirina sînorê navbera xwe û Sûriyê kiriye. Rêvebir dibêjin ku dê bi vê rêyê karibin rê li ber DEAŞê bigrin da nekevin nava xaka Iraqê.
Iraq li gor xwe tedbîran li hemberê DEAŞê digre. DEAŞ li Sûriyê û Iraqê perçeyeke biçûk erd di destê xwe de digre. Rêvebir dibêjin ku 10 roj berê dest bi çêkirina têlan kirine.
Dirêjahiya sînorê navbera her dû dewletan li dora 600 km ye. DEAŞ di navbera her dû dewletan de diçe û tê. Eger bê qebûlkirin wê temamê sînor bê têlkirin. Heya niha tenê bo 19 km yan têl hatiye kirşandin. Di sîstema nû de wê kamerayên xessas yên germê (termal kamera) û balafirên bê mirov bên bikaranîn.
Iraq carna bi pêzanîna Şamê li hedefên DEAŞê yên li Sûriyê dixe. Amerîka û hevkarên xwe li Sûriyê dema li DEAŞê dixin, DEAŞ derbasî nava axa Iraqê dibe. Li Iraqê li Çola Ambarê gelek ciyên DEAŞ ê hene û hucreyên wan yên ku niha razayînê gelekin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin