Amerîkayê ji ser Iraqê 400 lesker sand Rojava

Amerîkayê ji ser Iraqê 400 lesker sand Rojava

PeyamaKurd – Piştî daxuyaniyên Serokê Amerîkayê Donald Trump ên derbarê parastina herêmên petrolê yên di bin kontrola HSDê de, hat ragihandin ku Amerîkayê 400 leşker veguhestine Rojavayê Kurdistanê.

Li gorî zanyariyan di nav 3 mehên dawî de, Amerîkayê ji ser Iraqê heftane du caran di navbera 50-100 barhilgiran de karwanên leşkerî dişîne Rojavayê Kurdistanê.

Di wan karwanên Amerîkayê de, ji bilî kelûpelên lojîstîkî yên leşkerî, moşekên tanksiwar, tank û cebilxaneyên din jî cî digirin.

Li gorî zanyariyên xwecihî Pentagonê herî dawî 400 leşkerên din ên Amerîkî şandiye herêmên kontrola HSDê ku li baregehan hatine bicihkirin.

Herwiha Amerîkayê baregehên xwe yên li herêmên Tel Beyder û herêma Omer a petrolê ya Dêrazorê bi kamera û sîstemên ewlekariyê nûjen kirine.

Trump beriya niha gotibû, "Me petrola herêmê parast. Lê belê hinek pirsgirêkên hene jî emê sererast bikin û piştre emê ji wir derkevin.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin