Rudawê çawa biryara Dadgeha Federal wek nûçeyeke girîng û ji rêzê belav kir?

PeyamaKurd - Dadgeha Federal a Iraqê biryara radestkirina hemû dahatên Herêma Kurdistanê bo Bexdayê, betalkirina kotaya pêkhateyan di hilbijartinên parlamentoyê de û biryara bêyî wekî deyn hesibandin dayîna mûçeyên karmendên Herêma Kurdistanê da.

Ev biryara ku hilweşandina statuya siyasî û destûrî ya Herêma Kurdistanê bi yekcarî kiriye armanc û bi destên derve hatiye dayîn, ji aliyê medya Kurdistanê ve wekî nûçeyeke qaşo ‘girîng’ û ji rêzê hate belavkirin.


Di biryara dadgeha federal de hemû mafên darayî yên xelkê Kurdistanê hatine binpêkirin û tê xwestin Kurdistan û bi milyonan Kurd bibin parsekên ber deriyê şovenîstên Bexdayê. 

Lê belê helwesta medya Kurd a serdest cihê mixabiniyê ye û li hember van biryarên qirêj bi navê ragihandina bêalî bêdeng dimîne û bi ser de jî berdevkiya ragihandina biryarên nerewa dike.

Em wekî beşek ji medya Kurdistanê ya di xeta netewî de, biryara dadgeha federal û medyayên ku wan biryaran mîna berdevkiya wan bikin, wek bûyerên normal û ji rêzê belav dikin protesto dikin. 


Dezgehên ragihandinê yên Herêma Kurdistanê nabe bi budçe û rizqê gelê Kurdistanê berdevkiya xêrnexwaz û dijminên Kurd û Kurdistanê bikin.

PeyamaKurd
Bu Makale 42039 defa okunmuştur.