Amerîkayê yasaya qedexekirina Tiktokê pejirand

Amerîkayê yasaya qedexekirina Tiktokê pejirand

PeyamaKurd- Meclîsa Nûneran a Amerîkayê, pêşniyarqanûna qedexekirina sepana Tiktokê bir ber dengdanê û hate pejirandin.

Platforama medya civakî TikTok ku girêdayî kompaniya Çînî ByteDanceyê ye, ji ber ku heyîyên xwe nefirotine kompaniyeke Amerîkî wê bê qedexekirin.

Di dengdana Meclîsa Nûneran a Amerîkayê de, pêşniyarqanûna qedexekirina TikTokê li beramber 58 dengan bi 360 dengên belê hate pejirandin.

Tê çaverêkirin yasa ji aliyê serokê Amerîka Joe Biden ve bê îmzekirin û piştre jî li senatoya amerîkî qedexe bê pesendkirin.