Pezkûvî daketin nav Xarpêta kevin

Pezkûvî daketin nav Xarpêta kevin

PeyamaKurd – Keriyên pezkûviyan yên ku di bin parastina dewletê de ne, daketin nav Xarpêta kevin. Berê pezkûvî danediketin nav bajêr lê wexta dîtin ku mirov zerarê nadin wan û di ber parastinê de ne, bê ji mirovan bitirsin daketin nav bajarê kevin.

Pezkûviyên ku nesla wan li ber qelandinê ne, êdî dikarin werin nav bajêr lê hê jî tevgera wan bi hezre. Berê xwe didan ciyê bilind û xwe diparastin.

Demekî li ser kevir û zinarên Xarpêta kevin geriyan û paşî ji ber dîdara xelkê wenda bûn.